• Home
  • DAXUYANÎ
  • Li dijî tecrîdê dema çalakiyên afirandêr û karîger e

Li dijî tecrîdê dema çalakiyên afirandêr û karîger e

By on 26 March 2021 0 641 Views

Pergala tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêbertiya me Serok Apo, bi nêzîkatiya li ser axaftina bi telefonê ya dawî, hatiye asteke dîtir. Em ê êşkence û tecrîdê ku hewl tê dayin bixin halekî rewa, ti caran qebûl nekin. Dema vê hatiye ku em vê bi şêwazeke afirandêr û çalakiyên taktîkî deynin holê.

Em li ser wê rêça fedayî ne ku jiyana bêyî Rêbertî qebûl nake, serê xwe li ber faşîzmê natewîne, ji bilî azadiyê ti vebijêrkeke wê ya dî nîne. Naxwe li gorî vê rêz û rêçikê, dema wê ye ku em ji tecrîda giran û êşkenceyê re ya li ser Rêbertiya me û gelê me bibin bersiv.

Yekîneyên me demildest divê tevbigerin, bi çalakiyên ku wê deynin holê divê deynin holê ku ew li dijî êşkenceya li ser Rêbertiya me ne. Bi çalakiyên ku bike xew ji ser çavê faşîzmê biçe û wan li kirinên wan poşman bike, bêyî ku were gotin şev an jî roj e, her yekîneya me li her deverê divê di cih de tevbigere.

Berpirsyariya me ya ku Rêbertiya me bikeve halê ku bikaribe bi azadî bijî û bixebite. Dema wê ye ku em soza ku me dayî Rêbertî û gelê xwe bi cih bînin, bi heqîqeta soz rûmet e, dema wê ye ku em li dora Rêbertiya xwe berevaniyê bikin. Bi vê çarçoweyê em bi şêwaza afirandêr û çalakiyên taktîkî yên Tîmên Bersivdanê slav dikin.

An bi Rêbertî re jiyaneke azad, an jî bi Rêbertî re jiyaneke azad!

Koordînasyona YPS/YPS-JIN

26.03.2021

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *