Li Îzmîrê Dijî Herêma Leşkerî Çalakiya Şewitandinê Hat Kirin
Tîmên mîsîlemê yên Şehîd Bêrîvan Cûdî ya YPS-JIN’ê di çerçoveya ‘Pêngava Tolhildana Li Dijî Metîngerî, Sîxûr-Nokeran’ de dijî 4 wesayîtan û herêma leşkerî çalakiya şewitandinê kirin.
- Roja 6’ê Tebaxê navbera demjimêr 15:00 – 16:00’ande li navçeya Îzmîr Bayrakliyê dijî herêma leşkerî çalakiya şewitandinê hat kirin. Di çalakiya hatî kirinde agir demek kurt de piranîya herêma leşkerî girt nava xwe û belavî herêmek mezin bû. Agirê ku giha heta cihê leşkeran rexmê ku teknîkên mezin yê vemirandinê hat karanîn jî bi demjimêran agir ne hat qontlor kirin. Weke bersiv dijî şewitandina xweza û erdnîgariya KURDISTANÊ bi destê çeteyên bi pere yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ev çalaki hat kirin. Bila bê zanîn ku dijî KURDISTANÊ nêzîkatiyên bi vî şêweyî wê qat bi qat bersiva xwe bibîne.
- 7’ê Tebaxê navbera demjimêr 1-1:00’ande li navçeya Mêrsîn Yenîşehîr meheleya Guveneyler dijî wesayîta luks ya rêveberê navça Yenîşehîr yê AKP’ê çalakiya sabotê hat kirin. Di encama çalakiya hatî kirinde wesayît bi giştî îmha bû.
- Roja 30-31’ê Tirmehê û 1’ê Tebaxê li Beyoglû, Kadikoy û Gazîosmanpaşayê 3 wesayîtê faşîstan hat şewitandin.
- Roja 1’ê Tebaxê li Tuzlayê cihê kar yê faşîstên AKP-MHP’yî hat şewitandin.
Îrada me, nasnameya me, laşê me û axa me ya meye. Hemberî êrîşên sîstematîk yê dijî jinê bi şiyarên XWEBÛN û XWEPARASTINÊ emê tekoşînê bilind bikin. Demê hesap dayîna dewleta tecîzkar û tecavizkar hatiye. Roj roja ji mêrê zilimkarê deshilatdar û dewleta faşîst a Tirkiyê tol rakire. Li ser vê bingehê em bang li jinan dikin ku bibin yek û li cihê lêne bila xwe bikin şervanek yê tolhildanê.

Ev çalakiya me kirî ji bo bîranîna Fermandar Nûcan ku di Berxwedana Cenga Heftanînê de bi Qehremanî Şer kiribû û Şehîd ketibû hat kirin.
Tîmîn Mîsîlemê Yên Şehîd Bêrîvan Cûdî ya YPS-JIN
9’ê Tebaxa 2020