
Li Îzmîrê Dijî Herêma Tûrîzmê Çalakî
Tîmên Mîsîlemê yên Şehîd Abdullah Înedî (Şiyar) di çerçoeya ‘Pêngava Tolhildana Li Dijî Metîngerî, Sîxûr-Nokeran’ de li Îzmîr û Mêrsînê çalakî li darxistin.
- Tîmên me 13’ê Tebaxê demjimêrên şevê li navçeya Îzmîr Çeşmeyê Tengava Gerenceyê dijî sîteya tûrîstîk a luks a îltûrê çalakiya şewitandinê kirin. Di vê çalakiya hatî kirinde beşek mezin yê sîteyê şewitî. Dijmin ji bo temirandina agir 2 balefir, 20 firoke, 86 arazor, 9 dozer û 344 personelan mudahaleyê agir kir.
- Tîmên me 14’ê Tebaxê navbera demjimêr 18:30- 19:00’ande li navçeya Mêrsîn Erdemliyê dijî enstûtuya lêkolînê ALATA ya girêdayî wezarata tîmar (gida), çandinî û lawirvaniyê ye çalakiya sabotajê darxisin. Di encama çalakiyêde avahiya weke cih û depo tê karanîn û nava navenda lêkolînê de dimîne bi giştî îmha bû
Bi ruhê ku cejna vejîna 15’ê Tebaxê aniye weke guleya despêkê dijî metîngeriyê hatî teqandin em jî her cihê ku dijmin lê heye rola guleya yekem bileyzin. Emê bi ruhê Egîdan, Çiyageran ser riya wan bimeşin û ji kesîmên metînger, noker û sixuran hesap bi pirsin. Em Egîd û Çiyagerên serdema nû ne. Îro her agirê em berdidinê tolhildana me mezintir dike. Guleya despêkê ya 15’ê Tebaxê 1984’an de hatî avêtin mezin bû û bû agirek mezin. Em ji mîraskarên guleya yekemre silava 15’ê Tebaxê ne. Nokerên gel rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku li ser axa Kurdistanê metîngerî dike û kesên îxanet li nirxên gelê me û gelan din dike wê dawiya ku heq dikin wê bibînin. Emê agirê azadiya ku coşa cejna vejînê aniye li her cihê geş bikin. Cihên keyfê û tûrîzmê ku xwe lê parastî hîs dikin AGIRÊ ME YÊ TOLHILDANÊ wan rehet nahêle. Ev çalakiyên me dijî şewitandina çiyayên Kurdistanê ji aliyê faşîszma dewleta Tirk ve weke mîsîleme hatin kirin.
Tîmên Mîsîlemê Yên Şehîd Abdulla Înedî (Şiyar)
15’ê Tebaxê 2020