• Home
  • NIVÎS
  • Ne Di Zanî Xew Çiye, Bi Şev û Roj Şer Dikir – Fîraz Qerejdax

Ne Di Zanî Xew Çiye, Bi Şev û Roj Şer Dikir – Fîraz Qerejdax

By on 8 January 2018 0 750 Views

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD BINEVŞ GABAR

Binevş Gabar (Filîz), ji gundê Cinatta Hiso (Küçük Kardeş) ya girêdayî Nisêbîn’a Mêrdîn’ê ye. Piştî kû di sala 1992’an de gundê wan ji aliyê dewletê ve tê xirakirin koçî Adana’yê dibin. Heval Binevş li Adana’yê mezin dibe. Dema kû Heval Binevş li Adana dijîya tim hesreta welat dikêşa û di xwest vegere welatê xwe, gundê xwe. Her tim li hemberî her core êrîşên dujmin di nava berxwedan û hewldanê de bû.Heval  Binevş di sala 2014’an de zulma dujmin ya kû heyî nikare bi pejirîne û tevlî refên berxwedanê dibe. Bi hilgirtina rolên kû jinek Kurd bikare rake pêşengî dike.

Heval Binevş xwe pêş xistibû û perwerdeya segvaniyê dîtibû. Heval Binevş di vê beşê de xwe pêş xistibû. Heval Binevş li gelek qadên berxwedanê de mabû, li her cihê kû mayî rolê pêşengî leyîstibû û di van pêvajoyan de gelek caran bi sivikî birîndar bibû.

Heval Binevş di dawiya sala 2015’an de di bûnyeya YPS’ê de li herêma Mêrdîn’ê erk werdigre. Di vê pêvajoyê de hîna hefteyek ya wê ne qediyayî dujmin operasyonê li ser herêmê dide destpêkirin. Di demjimêrên zû yên sipêdê de di dema gerana bejahiyê de dujmin bi ser cihê kû Heval Binevş û grubek heval lê dimînin de digre. Bi dujmin re rû bi rû dibin û xwe rizgar dikin. Di grûbê de 3 veqetîn pêktên lê belê bêyî kû windahî were dayîn ji operasyonê derdikevin.

Min û Heval Binevş li herêma Mêrdîn’ê hev naskir. Ji ber sedema operasyon û barîna berfê em zû ketin baregehên xwe. Li vir em bi grûbek heval re li gel hev diman. Piştre Binevş û Jînda derbasî cihek din bûn. Heval Binevş di xebatên Mêrdîn Qoser’ê de bi şêweyek aktîf kar kir. Li Qoser’ê berxwedan li 2 taxan geş bibû. Li Qoser’ê direng ragihandina rêveberiya xweser, haydar bûna dujmin ji karên kû tên meşandin û di encama agahî ragihandina sîxurên dewletê de Heval Binevş gelek caran serdegirtinên malan jiyan kiribû lê belê ji hemûyan jî rizgar bibû.

Di encama sîxur kirin û bi hêzbûna saloxgeriya dujmin ya li Qoser’ê piştî kû 5 heval şehîd dikevin, hêza li wir di kêşin Nisêbîn’ê. Heval Binevş jî bi vî awayî tevlî xebatên li Nisêbînê bû. Heval Binevş segvan û hevalek ji xwe baweriya wê pir bilind bû. Perwerdeya segvaniyê dida hevalên kû nû tevlîbûyîn. Hevalên kû perwerde kirîn jî piştre rolên xwe bi başî leyîstin. Heval Binevş di xebatên xendek, barîqat û kozik çêkirinê yên li Nisêbîn’ê de pêşengî dikir. Heval Binevş hîn zêdetir çend hevalek digirt kêleka xwe û li xalên serdest çeperên segvaniyê çê dikir. Heval Binevş kesekî bi moral, dilnizm û fedekar bû.

Piştî pêşdeçûna dujmin ya li Sûr, Cizîr û Hezex’ê berê xwe da Şirnex, Gever û Nisêbîn’ê.14’ê Adar’a 2016’an de di roja destpêkê ya dujmin Nisêbîn girtî dorpêçê Heval Binevş bi şêweyek çalak rolê xwe leyîst û çalekiyên bi bandor yên segvanî kirin. Heval Binevş di pêvajoya kû şer sor bûyî de li taxa Koçeran di ma. Bi şev û roj, bi karanîna çekên cor be cor çeper di parast. Heval Binevş çalekiyên segvanî bi serkeftî pêk di anî. Bi vî awayî faaliyetên bi şev di sekinand. Vê rewşê temenê berxwedanê dirêj dikir û çarenûsa şer di guherand. Heval Binevş bi parçeyên li bedena xwe xwarî gelek caran bi sivikî birîndar bibû. Ne dizanî xew çiye, bi şev û roj şer dikir. Demê xwe yê vale de jî bi çêkirina nanê bi rûn ji bo hevalan demê xwe dinirxand.

Heval Binevş di dawîya berxwedanê de di çeperek kû nû ketiyê, roja 1’ê Gulan’ê di demjimêrên roj de bi encama lêdana tankê li gel hevalê li kêleka xwe şehîd bû. Şehadeta Heval Binevş ji bo me hem pir giran hem jî windahiyek em ne li bendê bû. Îro wan anîna ser ziman, xwedî derketina li mîratê wan û di riya wan de pêşdeçûn ji bo me erke.

 

Fîraz Qerejdax

  NIVÎS