• Home
  • DAXUYANÎ
  • Pêngava 15’ê Tebaxê bûye ruhê hemû serhildanên hemberî dagirkerî û metîngehiyê pêşketî

Pêngava 15’ê Tebaxê bûye ruhê hemû serhildanên hemberî dagirkerî û metîngehiyê pêşketî

By on 15 August 2021 0 705 Views

Em di despêkêde 37. salvegera cejna vejînê 15’ê Tebaxê ya mîlada gelê Kurde li Rêber Apo, hemû gelê Kurd û şervanên wan yên parastina cewherî pîroz dikin. Em di şexsê Fermandarê pêngava şoreşgerî ya dîrokî yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin û soza dayîna jîyan kirina bîranînên wan û serxistina armancên wan nû dikin.

Vejîna Kurdistana ku despêka sedsala 20. hatî parçekirin û metîngeh kirin bi pêngava 15’ê Tebaxê despêkirî ye. Di bingehê berxwedana mezin 1982’an ya zindanan de ku hemberî rejîma faşîstya 12’ê Îlona 1980’ê despêkirî û serkeftina îdeolojîk bi desxistî, pêngava 15’ê Tebaxê ku astengiyên mezin derbaz kirî û bi giştî xwe daye hêza cewerî ya gelê Kurd bûye bingehê hemû deskeftiyên gelê Kurd yê 37 salande çêbûyî. Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi heybet ku bi gişî bi hêza xwe ya cewherî pêşketiye bûye ruhê hemû serhildanên hemberî dagirkerî û metîngehiyê pêşketî. Bi vê wateyê pêngava 15’ê Tebaxê îro jî bûye destûra hemû parastinên cewherî û berxwedana cewherî. Kesê bersiva pirsa “çawa bi polîtîqayên faşîzm û înkar-îmhayêre were tekoşîn kirin” dixwaze bibîne bila li pêngava 15’ê Tebaxê binêre. Kesê dixwaze ji êrîşên qirkirinê yên ser gelê Kurd tên kirinre bibe bersiz bila li pêngava 15’ê Tebaxê binêre. Di serîde ciwan û jin bi giştî bi hêza xweya cewherî rabin ser piya û rejîma qîrker ya ku dixwaze gelê Kurd îmha bike, divê parçe parçe bike. Di vê bingehêde em bang li hemû gelê me dikin ku di 37. Salvegera 15’ê Tebexê ku wateya berxwedan û vejînê ye, li her cihî weke ruhê Raperînê beşdarbûnên girseyî pîroz bikin.

Berxwedanên parastina cewherî û berxwedanên parastina cewherî yên îro berdewam dikin bi pêngtiya Çiyager û Zeryanên ku bûne Egîd li Sûrê, Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Silopya, Gever, Wan û li gelek cihên Bakûrê Kurdistanê despêkirî encama pêngava 15’ê Tebaxê ye. Em wek hêzên YPS/YPS-JIN ku me vê mîrateya têkoşînê dewr girtî di 38. Sala 15’ê Tebaxê de, soza bi serkeftî pêkanîna hemû erkên serdemê yên şoreşgerî didin.

Kordînasyona YPS/YPS JIN

15’ê Tebax 2021

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *