
Pervîna Ku Li Cizîrê Bû Bêmirin Emanetê Amedê Ye
Endamê YPS-JIN Pervîn Taşçi ya ku li ser xaka ser hatî veşartin ev wasiyet dayî: “Eger yek mûyê pora min jî mabe min bi coşek mezin li Amedê veşêrin” li Cizîrê di nava bê mirinên berxwedana rêveberiya xweserde cihê xwe girt. Malbata wê ew emanetê axa Amedê ya ku jê pir hezdikir kir.
Hîn dema 23 salî wasiyeta “Eger mûyek yê pora min jî mabe min li Amedê veşêrin” hêlabû. Pervîn Taşçi hîn dema 23 salî neçar mabû wesiyeta piştî mirina xwe bihêle. Dijî êrîşên qirkirinê yên ser gelê Cizîrê ku rêveberiya xweser dixwest bê deng ne mabû û weke endamê YPS-JIN’ê biryara meşandina têkoşîna xwe dabû. Pervîna ku li vir navê Berjîn Amargî distîne wekî ku dizane wê tevlî karwanên şehîda bibe li malbata xwe digere û dibêje: “Min li Amedê veşêrin”.
Pervîna ku di sala 1993’an de li navçeya Erzûrûm Qereyaziyê dayik bû, di malbatek welatparêz de mezin dibe. Pervîna ku her digot malbata xwe “Ezê bibim gêrîla” piştî amedeyî qedand ji bo xwendina zanîngehê çû Afyonê. Lê Pervîna ku tişta dixwest li vir nedît hat Amedê û tevlî xebatên jinên ciwan bû. Pervîna ku her xwedî hişmendiya polîtîk û têkoşîna jinê di jiyana xwede daniye cihê herî girng di Meclîna jinên ciwan ya Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya de cih digre. Pervîn demekê di DEM-GENÇ’ê de jî xebat dimeşîne û li Cizîrê tevlî berxwedana rêberiya xweser dibe. Cenazeyê Pervîna ku di bexwedana rêberiya xweser ya Cizîrê ku 79 rojan didome de tevlî karwanên nemiran dibe û rexmê malbata wê mînaka DNA’yê dide jî li Mêrdînê di goristana bêesande tê veşartin. Malbata Pervînê di têkoşîna girtina cenazeyê de serdikevin û piştî 3 mehan cenazeyê Perwînê weke wesîyet kirî tînîn li Amedê. Pervîna ku roja pêşî li goristana Yenîkoyê tê definkirin bi dirûşmeên gelê Amedê tê oxirkirin.
Amed bi Dirûşmea oxirkir
Hêzên dewletê yên ku derdora goristanê kombûyîn despêkê gotin ‘ Divê wêne nebe, fîtik, çepik û dirûşme neyê avêtin hûn dikarin defin bikin. Malabata Pervînê ku nexwestin Pervînê bi vî şeklî oxir bikin derbazî berxwedanê bûn û gotin ‘em vê napejirênin’ û bang li gelê Amedê kirin. Gel roja paşê çûn goristanê û Pervîn bi dirûşmeyan oxir kirin. Malbata wê got: “Me nû zanî çima keça min xwest li vir were veşartin. Gelê Amedê xwedî li Pervînê derket”.
‘Ezê wê bi rûyê wê yê bi ken û heycana wê bîrbînin’
Dayika Pervînê Hanim Taşçi bi rûyê xweyê bi ken, keyfxweş û heycanê behs dike û diyar di ku wê herdem keça xwe wisa bîrbîne. Hanim dibêje: “Pervîn ji zarokatiya xwe tehmûlê bê mafiyê ne dikir û her bertek nîşa dikir. Dema kesekê bê maf heqaret li kesek din dikir yan jî kesek birûne ser keda yekê din tehemûl ne dikir yekser berdek nîşan dida. Dema dengê xwe nedikir pir aciz dibû. Dema min di gotê: ‘Keça min tû çima tevlî dibî’ wê jî digot: ‘Ez çawa tevlî nebim ma ji bo ez tevlî bibim divê bê mafî li min were kirin’ û xwe bi minre aciz dikir lê têkiliyên me her başbûn. Rû bi ken bû, keyfxweşbû. Sed sala li gel min rûniştiba bêhna min teng ne dibû. Herdem hasretê axa xwebû. Evîndarê têkoşîna xwebû. Dema ez nexweş dibûm an jî diwestam pir diqehiriya. Me her henek li hev dikir. 4 zarokên min hene me ne dihêlişt gotina xwe dûbare bêjin. Me ji her 4’an re jî wekhev nêzîk dibûn. Dema ji yekêre tiştek di anî me ji yên dinre jî tanî. Ji xwe ne wisaba qebûl ne dikirin. Hemû zarokên min wekî Pervînê bûn lê di rastîde Pervîn ne wek tûkesêbû. Wê her di riya rast dizanî de dimaşa. Her bi gerîla û tevgerêre girêdayîbû. Her dixwest here gel wan”.
‘Ew ne bêkese pişt wê deh hezaran kes hene’
Hanim dibêje: “Dîsa rojekê ez û Pervîn di axivîn ji minre got: “4 zarokên te hene tû yekê bidî PKK’ê ma yê çi bibe? Di têkoşînêde cih bigre ma wê xirab be”. Pervîn 4 sala xebatên sîyasî rêvebir. Pervîn ji Cizîrê li min gera. Piştî îlankirna rêvebriyên xweser çû Cizîrê. Wê li min gera û got ez li Cizîrême. Me ne karî bi telefonê zêde bi axivin min ne zêde ne karî pirs bikim, min tenê karî bêjim ‘Temam haj xwe hebin’. Piştî wê êdî ne gera. Heta me xebera şehadeta wê girtî min ji Pervîna xwe xeber ne girt. Ji ber ku me dizanî li Cizîrê ye piştî bûyera wehşeta jêrzemîn em çûn me DNA da. Rexmê me DNA dabû jî çûn keça min li Mêrdînê goristana bêkesan veşartin. Keça min ne bêkese, li pişt wê deh hezaran Kurd hene. Ew êdî ne keça min tenê ye keça hemû Kurdistanê ye”.
‘Keça min êdî keça Amedê ye’
Hanim diyar dike ku keça wê ji bo gelê Cizîrê şer kirye û dibêje: “Pervîn ji bo gelê Kurd, ji bo axa xwe şer kir û berxweda. Heta nefesa xweya dawî bi dilê xwe li wir cih girt. Keça min gotibû me min li Amedê defin bikin mejî wasiyeta wê bi cih anî û me ew emanetê Amedê kir. Niha li vir me ew spartiye gel rêhevalên wê. Bû keça Kurdistanê ya Amedê. Keça min gotibû ‘Dema ez şehîd ketim min bi coşek min û tilîliyan veşêrin’ û gelê Amedê rexmê astengiyên polîsan jî bi coşek mezin ew spartin axa. Kesên kaça min û rêhevalên wê qetil kirîn 2 rojan ne hêliştin em cenazeyê defin bikin. Dû rojan keça xwe tenê ne hêliştin û xwedî lê derketin. Min nû zanî keça min ji ber çi evqas ji Amed û gelê wê hez dike. Em jî weke malbat heta dawî emê xwedî li wasiyet û têkoşîna Pervînê derkevin”.