
Pêwîste Em Li Hemberî Zêhniyeta Dewletê Şerekî Mezin bi Meşînin – Eylem Bagok
Ez di serî de 8’ê Adar’a Roja Jinên kedkar ya Cîhanê li Rêber APO, hemû jinên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim. Di heman demê de ez weke endamek ya YPS-JIN’ê vê rojê li gelê me, hevalên di zîndanan de, hemû gelên tên perçiqandin û tevayî jinan pîroz dikim. Ev roja pîroz ji bo me rojekî pir girînge. Daxwaza Rêbertiya me ya ked dayîna jinê divê em bi cih bênin. Di bîrdozî û felsefeya Rêbertiya me de divê em xwe hîn zelaltir û kûrtir bikin. Divê em hêza xwe ya cewherî ya kû di me de veşartî derxin holê.
Dema kû YPS-JIN 5’ê Adar’ê hatî ragihandin, di min de kelecanek pir mezin peyda bû. Ez dihizirîm kû divê di nava YPS-JIN’ê de cih bigirim, hêza xwe bibînim û şerbikim. Ez jî wekî her jina li Kurdistan’ê ji mal dernediketim. Dema kû beşdarî YPS-JIN’ê bûm jî min xwe û hêza xwe ya heyî dît. Min hêza xwe ya veşartî, heyîna xwe ya tûne kirî dît. Bangawaziya min li hemû jinên tên perçiqandin ewe kû beşdarî YPS-JIN bibin. Hêza her mirovî heye. Ya giring ewe kû mirov wê hêzê di xwe de bibîne. Daxwaza Rêbertiya me jî ewe kû em hêza xwe bi bînin. Divê em vê hêza xwe bikaribin li hember dujmin şerbikin.
Em dujminê xwe bi başî nas dikin. Em dikarin şerê qirêj yê li ser gelê me, bi taybetî jî li ser jin û ciwanan bibînin. Tê dîtin kû polîtîkayên komkujiyan li ser gelê me heye. Pêwîste êdî em jî ji bo vê bêjin na, serî hildin û derbek mezin li dujmin bixin. Şûna kû dest û piyên me girê bidin, divê em wan tûne bikin. Divê em şerekî mezin li hember vê zêhniyetê bi meşînin. Divê em vê sîstema kirêt binpê bikin. Heya kû em bi dujmin re şer dikin, em dê bikarin Rêbertiya xwe û hevalên xwe yên di zindanê de azad bikin. Wekî jin, ez di hizirim kû divê ez bi vî awayî hêrs û kîna xwe ya li hemberî dujmin bidim derê. Em dê hîn çiqas serî bi tewînin? Li hember koletiya kû tê ferzkirin, divê em serî hildin û bi temamî ji vê koletiyê rizgar bibin. Jin divê hertim vê ji xwe bi pirsin û li ser vê bi fikirin, ez kî me? Ji berî her tiştî ez mirovekim, ez jinekim. Rolê min çiye? Rolekî min kû bi salane tê veşartin û dizîn heye. Divê em vê û zêhniyeta kirêt a dewletê bibînin. Bi vî şêweyî hizirînê; divê em li hember dujmin şer bikin û beşdarbûnek bihêz pêkbînin.
Di roja me de li Rojava hem ji hêla zilam hem jî ji hêla jinan ve berxwedanek pir mezin tê meşandin. Li vir fedekarî û pêşengiya herî mezin, wekî kû di nimûneya Avesta Xabûr de jî tê dîtin jin dikin. Bû sembolek pir mezin. Dinava dîrokê de dîrok hatiye nivîsandin. Divê em bi vî şêweyî li ser bi hizirîn. Divê em kelecana kû bi salane di hûndirê me de tê çewisandin derbînin holê û li gorî vê gav bavêjin. Em bi vî şêweyî dikarin ji bo şehîd û berxwedana gelê xwe û jinan bibin bersiv.
Ez ê wekî jinekî têkoşîna xwe berdewam bikim. Bi vî awayî em dê bikarin azadiya Rêbertiya xwe, hevalên xwe yên di zêndanan de û gelê xwe pêkbînin. Dûbare ez 8’ê Adar’ê Roja Jinên Cîhanê li Serok APO û hemû jinên cîhanê pîroz dikim.
Eylem Bagok
3 Adar 2018