• Home
  • NIVÎS
  • Rêber Bû Kû Ruhê Berxwedanê Dida Wan’ê, Wan jî Weke Xwe Dikir Berxwedêrek Bêdeng…

Rêber Bû Kû Ruhê Berxwedanê Dida Wan’ê, Wan jî Weke Xwe Dikir Berxwedêrek Bêdeng…

By on 23 December 2017 0 626 Views

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD RÊBER

Nav Paşnav: Emer Yamaç

Navê Kod: Egîd (Rêber) Gabar

Dîroka Şehadetê: 6 Tîrmeh 2016

 

Nasnavê wî Egîd bû, lê belê me û hemû gelê Wan’ê wî weke Rêber naskir. Kesayeta xwe weke Rêber di hemû bîranînên me de nexş kir. Piştî kû Heval Rêber tevil dibe di xebatên siyasî de faaliyet di meşîne. Ne biyaniyê bajaran bû. Piştî pêvajoya kû Rêbertî dabû destpê kirin bi êrişên hewayî yên dewleta Tirk yên li ser qadên parastinê yên medyayê re xira bû, giraniya şer êdî ket bajaran. Bajarên Kurdistanê bi ragihandina rêveberiyên xweser re berxwedaneke mezin pêşxistin.

Pêşengtiya vê berxwedanê YPS dikir. Heval Rêber jî di vê pêvajoyê de hat Wan’ê. Pêvajoyeke giran ya şer bû. Dîrok fersendeke mezin dabû kû bi berxwedanên mezin xwe bi gihînin Mazlûm û Xeyri’yan. Dujmin bi şêweyê herî dij mirovane ser gel de diçe,gel di komkujiyan re derbaz dikir. Li Cizîr’ê û Sûr’ê di jêrzemînên berxwedanê de berxwedêran, mirovên kû dilê wan ji bo azadiyê lê dida hemuyan zindî,zindî di şewitandin.  Di dikên dîrokê de trajediyeke mezin jiyan dibû, li hember vê hemû cîhanê rola sê maymûnan girtibû ser xwe. Ji ber kû êdî dema bin erdbûnê ya hevalên çiyade bû, hêjmareke biçuk ya hevalan di hindir de mabû. Cebilxaneya me bi qasî kû em bêjin nîne, kêm bû. Bajarê kû xwedî milyonek mirov hatibû asta kû nikaribe wan mirovên xweşik yên kû qasidiya soza heqiqetê dikirin bi parêze. Di bajarê kû bi betonê nijiya bû de, cihên kû me bi kariya em biçinê ji hêjmara me derbaz ne di kir. Yên kû me darazê mirinê jî dikirin hebûn. Me jî helandineke bê dawî di wan de di dît. Lê belê mirina me ji bo azadiya dîrokî ya gelê me bû. Şoreşgerbûn, ji jiyana xwe ya şexsî destberdan û ji bo gelê xwe bi hêvî meşîn bû. Heval Rêber di ferqa vê rastiyê de bû. Êrîşên dijwar yên dujmin, rewşên biryardarî û hêrsa Heval Rêber mezin dike bû.

Tiştên kû di pêvajoya vî şerê giran de ne di hat pejirandin û mirov xwe li ber ne digirt, nebûyîna bersiv ji bo Cizîr, Sûr û şehadetên kû di hatin jiyan kirin bû. Heval Rêber yek ji hevalên kû vê berpirsiyartiyê bi hemû giraniya xwe ve, di kesayeta xwe ya bêdeng de bi giranî jiyan dikir bû. Ruxmê kû xwedî sekneke bêdeng bû jî, ne bêdeng bû. Dema henekan dikir, mirov  beriya bi kene di ket lê pirsîna gelo pêwîst dike kû mirov bi kene. Tu carî ne di got nabe, lê belê rastgo bû. Gelê me bi zêdahî ve me fêrî rastgobûnê kiribû. Heval Rêber di zanîngeha Marmarayê de hem beşê Arkeolojî, hem jî felsefe xwendibû. Hevaleke kûr û girêdayî bû.

Xebatên me piraniya xwe li navçeya Îpekyolu, bi taybet jî Xaçort(Hacibekir) di hatin meşandin. Xaçort, weke kû Heval Ş.Zinar jî di nameya xwe de qal dike taxeke welatparêze. Ji ber vê jî gelek seran ser nêz biribûn, xebatên şaredariyê ne hatibûn meşandin, xetabên bine saziyê  jî van salên dawî hatibûn çê kirin. Ev jî ji bê şansiya me bû kû dema şaredarî ketibû destê Bekir Kaya û riyên taxên welatparêz wisan saxlem çê dikir kû her wekû şahrêyên E-5’ê ne. Bi rastî jî bêyî kû mirov deng derbixe mayîn bi cih kirin gelek zehmet bû. Ez qet ji bîr nakim, dema kû me li Surmeliyê ji bo em mayîn bi cih bikin erdê di kola, hevalê Rêber axê bi hewaya arkeologan hûrdikola, carna bêhn dikir, di anî ber ronahiyê û li rengê wê di meyzand. Dema min di got “heval Rêber tû çi dikî, karê me heye?”. Di got “ Heval ev ax gelek cûdaye,hem rengê wê û hem jî bêhna wê gelek ecêbe,ji ber wê ez temaşe dikim. Şehit Denîz dest bi kenînê di kir, min jî bi ken got: Heval vir qenalîzasyona kevine, ji bo em vê bi zanin pêwîst nake kû em arkeolog bin. Heval Rêber aciz bibû. Dema kû ne karî tiştek bêje min, xwe li Heval Denîz a kû hîna di keniya aciz kir.

Tişta herî zehmet ji bo têkoşerek ewe kû dema rêhevalên wî heya dilopa xwîna xwe ya herî dawî şer kirîn, ji ber kêmaniyên şerê kû hatî meşandin, nebûyîna dilopek xwîna hevalên xwe ya hatî rijandine. Em bi ya herî zehmet di hatin ezmûn kirin, her ezmûn di pişt xwe de heqîqetekê diveşêre û xwe gihandina heqîqetê jî bi şer çêdibe. Pileya ezmûna şoreşgerekî dîrok destnîşan dike û me ruxmê hemû hewldanên xwe yên li hember dîrokê jî nekarîbû serkeftina mîsoger bi dest bixin. Ji ber kû dîrok qet rastiyan napejirîne. Taxên Wan’ê pir mezin, kolanên wê pir fireh û gelek têketinên wan hebûn. 9 têketinên bingehîn yên taxa Xaçort’ê hebûn. Ji ber vê yekê jimara me têrê nedikir kû tevaya taxê bigrin bin kontrolê. Lêbelê me ne dikarî em Cizîr û Sûr’ê tenê bihêlin. Wê Şehîd Pale, Şehîd Agir û hindek hevalên din bi hevre Taxa Şehîd Firat bigirtan. Wê Şehîd Rêber bi hevalan re Taxa Sürmelî bigirta û bala dujmin xirabikira. Lêbelê hîn berxwedana Taxa Şehîd Firat destpê nekirî serdegirtinek mezin çêbû, heval bi zorî rizgar bibûn. Li Taxa Sürmelî jî tenê şevekî pevçûn çêbû û heval neçar man paş de bikişin.

Heval Rêber, çi caran coşa jiyanê winda nekir. Tim bi baweriyek mezin û kelecanekî jiyan kir. Gelek caran bi aktîfbûn û xwînsariya xwe ji êrîşên dujmin rizgar bû. Di nava hevalan de tim henekên wekî li gel Heval Rêber kar nekin, her tim li serdegirtinan rast tê û xwe xilas dike, bela tê serê we, dihatin kirin. Her çend Heval Rêber aciz jî dibû henek dihatin kirin. Herî dawî serdegirtinek çêdibe û Heval Rêber kêliya rizgarbûnê bi dest naxe. Li gel Heval Elîşêr li mirina bêbext û xedar tê girtin. Heval Rêber yek ji zarokên Sûr’ê yên dilxas mezin bûyî bû. Bi rêheval Çiyager‘ê kû ruhê berxwedana Sûr’ê re bû yek û ber bi Sûr’ê ve rêwîtiya xwe berdewam kir. Wan, wê her tim Heval Rêber jiyan bike.

 

*****************************BEŞÊ DUWEM*****************************

 

  NIVÎS