• Home
  • DAXUYANÎ
  • Serdem Serdema Têkoşîn ,Berxwedan û Hemberî Faşîzmê Gotina Bisekineye! Serdem Serdema Azadkirina Rêberê Me, Gel, Çiya û Bajarên Meye!

Serdem Serdema Têkoşîn ,Berxwedan û Hemberî Faşîzmê Gotina Bisekineye! Serdem Serdema Azadkirina Rêberê Me, Gel, Çiya û Bajarên Meye!

By on 8 October 2020 0 932 Views

Em di despêkêde salvegera 22. ya komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikin û diyar dikin ku emê têkoşîna vale derxistina komployê bi hemû gelê xwe û hêza xwe bilind bikin.

Komploya navnetewî ya 22. salên xwe dagirt pêvajoyeke ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd hatiye kirin û hîn jî dewam dike. Ev rastî hîn jî neguheriye. Ev pêvajo ji aliyê AKP-MHP a faşîst qirker ve hîn bi dijwarî tê dewamkirin. Li dijî kiryar û polîtîkayên tunekirinê û qirkirinê ku li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê li dijî Kurdan tê meşandin, mezinkirina berxwedan û têkoşîna azadiyê ji bo her Kurdekî rastiyeke jêneveger e. Heta ku Rêberê me dîlgirtî be, heta ku polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê me bên meşandin û YPS û YPS-Jin wê têbikoşin, li dijî her cûre zext, pêkanînên kolekirinê û qirkirinê wê têbikoşin, berxwedana xwe bidomînin.

Têkoşîna me a li dijî komployê û berxwedana gel li gel zor û zehmetiyan bênavber dewam dike. Berxwedana destanî ya bi pêşengiya Rêber Apo û têkoşîna me hîn jî dewam dike. Em; bi navê YPS’ê ku pêşengên vê berxwedanê ne, li gorî mafdarî û rastiya xwe ya têkoşînê, em ê nehêlin ku polîtîkayên qirêj ên dewleta çete AKP-MHP bi ser bikevin. Em ê ti carî ji parastina gelê xwe venegerin û Şerê Gel ê Şoreşger jî bi her awayî xurt bikin.

Em tûcarî ji parastina gelê xwe paşve gav na avêjin û diyar dikin ku em ji her aliyê ve Şerê Gelê Şoreşgerî bilind bikin. Parastina gelê me û têkoşîn kirin yê ku duçarê şerê herî tarî, qirêj, qirkirin yê dîroka mirovatiyê bûyî her wiha hemberî komploya navnetewî têkoşîn kirine.

Çawa ku bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hemberî komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê di zindanan de li derdora Rêberê me mirovên ku ji agir xelek çêkirin û li çiyayan jî em berdewam kerên agirê azadiyê û berxwedana ku Haval Viyan gur kirî nin. Em weke agirê pira ku ji zindanan hatiye rakina çiyayan emê li bajaran û kolalan de agirê azadiyê bilind bikin û têbikoşin.

Îro weke berdewamiya komployê dixwazin qirkirina Kurdan bidin berdewam kirin. Lê belê divê bê zanîn ku ev planên qirkirinê wê ti carî bi ser nekevin. Parastina nasname, gel û hebûna me, têkoşîna ji bo azadiyê wezîfeya me ya bingehîn e. Em di zanin ku heta sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî nekin û Rêberê xwe azad nekin, ti wateya hilmstandinê jî nîne. Lewma divê komploger hemû, faşîst û nokerên wan ji me bitirsin. Yên ku polîtîkayên qirkirinê li Kurdan rewa dibînin, yên ku van polîtîkayan dimeşînin divê zanibin ku wê li malên xwe, li kolanên xwe, li bajarên xwe nikaribin bi rengekî aram bijîn.

Em weke YPS/YPS-JIN em diyar dikin ku li dijî komployê, faşîzmê, xiyanetê, nokeriyê, tunekirinê û koletiyê, emê her tim li ber xwe bidin û di pêngava KCK’ê ya dîrokî ku bi şîara ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ dayî despê kirin bi berpirsyariya pêşengiyê emê bilind bikin.

Serdem serdema ku bênavber têkoşin kirin û berxwedanê ye. Serdem serdema ku li her derî hemberî faşîzmê rabûne. Serdem serdema ku Rêberê xwe, gelê xwe, çiyayên xwe, bajarên xwe azad kirine. Lewma roj roja dîroka 9’ê Cotmehê zivirandina li faşîzmê û nokeriyê heram kirin, tûne kirin û nefes ne standinê ye.

Li ser vê bingehê em weke YPS û YPJ-JIN radigihînin ku heta azadiya Rêberê xwe, gelê xwe, çiya û bajarên xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bibin hêjayî Rêberê xwe.

KORDÎNASYONA YPS/YPS-JIN

08.10.2020

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *