• Home
  • NIVÎS
  • Şoreşgerê Ked û Têkoşînê Rêheval Serhildan

Şoreşgerê Ked û Têkoşînê Rêheval Serhildan

By on 23 September 2020 0 981 Views

Amed Li Benda Teye…

Nivîsandina rêheval Serhildan çiqas zehmet jî be bi wêre hev naskirin, gelhev mayîn ewqas jî mezintî dixe mirov de. Bi wêre bûyîna rêheval, kenîn, çûyîna çalakiyê coşek cûda dida me hemûyan. Ji ber ku rêheval Serhildan xwedî kesayetek ya îcar enerjiya wê xilas ne dibû, ne di westa û her lezgîntiya çêkirina tiştekê tanî ser zimanbû. Wê enerjiya xwe bi me jî dida hesandin û me hemûyan têxist tevgerê de.

Li zanîngehê dema hevalên xweyên têkoşînê naskirî mêzakirina wê ya jiyanê hat guhertin. Komkujiyên dewleta faşîst a ser gelê Kurd û metîngeriya ser axa Kurdistanê di tît û ji van tiştan aciz dibû. Piştî Rêbertî naskirî pirsên derbarê jiyanê de kom bûn û di ferqa divê bersiva ji van pirsan re bibîne bû. Dizanî hemû lêgerînên wê dinava têkoşîna azadiyê deye û bê yî dem winda bike li gel rêhevalên xwe cih girt. Di nava têkoşînêde çi erk be bila ew be evîna wê ya ji têkoşînêre dibû sebeb ku van hemû erkan bi serkeftî bike. Peyvên ‘Ez nizanim, nikarim û nabe’ li gel wê nine. Rêheval Serhildan bi eşqa erkê hewl dida bibeze her cihî. Ew yestiyana wê ya me ditît bi mêzekirina wê me liser xwe di avêt. Rêheval Serhildan çavkaniya me ya enerjî û moralêbû.

Rêheval Serhildana ku kuçeyên Amedê hemû dizanî di dilê zarok û gelê li wir weke Heval Zeynep cih girt. Em diçûn kuderê wê nişan di kirin. Çavên wê yên kesk, ew rûyê wê yê xweşik û bi ken aliyê wê yê radikaltiya berxwedanê diyar dikir. Kesek wê nasneke jî bi wan tarîfkirinan wê bizane Zeynep şoreşgerek çawaye. Ji ber ku Zeynep ne aliyên Serhildanê yê ku berxwedanê di axîvî bû yê jiyan dike ji yanêre diherikîne bû. Piştî pêvajoya Kobanê di berxwedana di kolanên Amdê de mezin bûyî û piştre di berxwedana Sûrê de bi çalak li gel rêhevalên xwe cih girt. Ji gelek şervananre fermandarî kir û tişta herî giring jî dilek îcar teredût ne dikir ku ji rêhevalên xwere bibe mertal û ji me hemûyan re bû rêheval. Qala wê kirin zehmete ez nizanim behsa kijan fedekartî û qehremantiyên wê bikim ji bo behsa wê kirin peyv têrê nake.

Me rêheval Serhildan ne weke bêrîkirina ji Rêbertî weke yê jiyan deke me nas dikir. Wê eşqa xwe seh dikir û ji xebatanre hata dawî kar dikir. Ji rêbertî agahiyek hatiba, selamek hatiba rûyê wê cûda dibû eger demek bi Rêbertî re hevdîdin ne hatiba kirin pir aciz dibû… Her di got: “Divê tiştek were kirin, divê tiştek were kirin”. Weke her Şoreşgere kê bi Rêbertî re li Amedê hev dîtin kirin xwesteka wê jî bû.

Ji bo wê bînîn ser ziman divê qala eşq û bêriya wê ya ji Çiyare bê kirin. Bi enerjiya xwe ya xilas ne dibû ne diket Çiya de. Çiyayan keşif kirin û jiyan kirin ew dixist ruhek cûdade. Careke dema em di erezîde winda bûn bi stranan pêşwazî kir. Me bi westayina xwe li hevalan digeran lê ew wekî ne westayî stran digot û erazî keşif dikir. Jiyana gerîla herêma wê ya nefes standinêbû.  

Rêheval Serhildan rêvebirina têkoşîna jinê ji xwere weke erkekê girtibû. Li her cihî bê yî ku cih û dem diyar bike behsa têkoşîna jinê ya Rêbertî dikir. Tûkesê li gel wê dema behda jinê dikir ne di karî koletiyê jî pêre bêje. Wê yekser dest şer dikir û bi demjimêran bêyî bi weste qala çawa bi hişmendiya mêrê deshiltdare têkoşîn tê kirin dikir. Herdem dibû fermandarê jinên ciwan ji jinên ciwanre behsa têkoşînê kirin datanî pêşiya hemû xwebatên xwe û ji bo rêxistin kirina jinên ciwan seferber dibû. Rêheval Serhildan çawa pêşengtiya jinên ciwan û pêşengtiya ciwantiyê di kolanên Sûrê de bi aliyê xwe berxwedêr da nîşandan di zindanê de jî nêzîkatiya wê ya ji Rêbertîre û komkujiyên li Kurdistanê çêdibin qebûl nekir û carek din jî aliyê xwe yê şoreşger da nîşanî me.

Min gotibû qala wê kirin zore … Rêheval Serhildan Şervanek jin yê berxwedêr yê Kurdistanê bû û bi Rêbertîre bibû yek.,, Her di got: “Wê nefes standina min wê ji bo azadî anîna vê axê be. Rojekê di kolanên Amedê de bê yî faşîst hebin geran xeyalê wê yê herî mezinbû. Em weke rêhevalên wê disa soz didin wê ku em wekî te bibin berxwedêr û heta ji kolanên Amedê dagirkeran derxin emê têkoşînê bimeşînin. Kêm maye wê azadî were axa Kurdistanê em soz didin te emê bi tere di kolanên Amedê de bigerin.

Sozdar Silopî

  NIVÎS
Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *