• Home
  • YPS-JİN
  • Têkoşîna Hebûn û Azadiyê bi Xweparastinê Pêkane

Têkoşîna Hebûn û Azadiyê bi Xweparastinê Pêkane

By on 25 November 2020 0 1299 Views

   Şîdeta ku li ser jinê tê meşandin berhemê hişmendiya deshilatiye. Mejiyê mêr-dewletê ji derveyî koletiyê ti jiyan dî ji jinêre nasnake. Jina ku yan wê di malde bibe amêrek ya xemlê yan jî wê bi taciz, tecawiz û qirkirinêre rûb rû bimîne. Jin di gelek cihên jiyana xwede mal, cihê kar û kolanêde bi van êrîşanre rûb rû dimîne. Bi aweyek sîstematîk li ser jinê çanda tecawizê tê meşandin. Şîdeta li ser jinê û qetliyamên wê di nava civakêde hatiye normal kirin û gihaye lûtkeya herî xeter.

   Bi taybet di pêvajoya ku hişmendiya faşîst ya AKP-MHP hatî ser deshilatê heta niha şîdeta li ser jinê zêde bûye. Deshilata faşîst ya AKP-MHP deshilateke ku îradeya jinê hedef digre. Şîdeta li ser jinê û qetliyamên wê di pêvajoya deshilata van de qat bi qat zêde bûye. Ji ber ku dewleta çete ya AKP-MHP bi awayek rastî dijminê jinê ye. Azadiya jinê wê hilweşîna faşîzmê bîne. Faşîzma AKP-MHP ya ku ji hêza jinê di tirse li her cihî jinê hedef digre. Ji ber vê ji aliyê jinê ve têkoşînek pir alî ya hebûnê tê meşandin. Bi hişmendiya mêrê deshilatre têkoşîn kirin her roja derbaz dibere zêdetir girîngî distîne. Şîdeta li ser jinê sûcek ya mirovahiyê ye. Li dijî vê sûcê mirovahiyê sekinîn ne tenê erka jinê ye erka herkesê ye.

   Dijî şîdeta mêr em weke jin di bingehê xweparastinê de êdî em dest ji jiyanê na berdin. Têkoşîna hebûn û azadiyê herî zêde bi xweparastinê dibe. Ji bo xwe parastinê divê têkoşîn were mezin kirin û di her cihê jiyanê de xwe rêxistinkirin were çêkirin. Pêwîstiya jinê tûkesê nîne ji bo parastinê.  Hebûna me, nasnameya me û laşê me emê bi xwe bi parêzin. Di bin destê mede kel û pelên xweparastinê hene. Bes em bikarin hemberî vê derkevin. Bêyî ku em bi tirsin û paşde gav bavêjin di kolanan û qadande em bidin nîşandan ku em hene. Dijî şedeta mêr em dengê xwe bilind bikin.

   Hêza xweparstina jinê YPS-JIN wê li herderê ji hişmendiya dewlet-mêr hesabê qirkirinên li ser jinê û pêkanînên wan yên faşîzane bi pirsin. Bi Şîara Xwebûn û Xweparastinê di 25’ê Mijdarê de ku roja dijî şîdeta li ser jinê têkoşîn kirine em bang li herkesê dikin ku dijî koletiya li ser jinê xweparastinê rakin hemû qadên jiyanê.

Kordînasyona YPS-JIN

25.11.2020

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *