Weke Zeryan Şerkirin, Xwe Dayîn û Hezkirina Jiyana Azad
Di despêkêde em di kesayeta fermandarê Qehreman û Egîd Zeryande ku rûmeta Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê parast, bi pêşengtiya xwe ruh dayî û heta dawî destanên qehremantiyê nivîsandî hemû şehîdên Rêveberiya Xweser yên YPS/YPS-JIN rêhevalên me yên ku di pêngava “Dem Dema Azadiyê ye, Cenga Xabûr û Cenga Bazên Zagrosêde Şehîd ketîn û şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî û mînetî bi bîrtînin. Di 6. salvegera Şehadeta Rêheval Zeryan Denîz Amed de em soza mezinkirina berxwedanê, derbeyên giran li dijmin dayîn, avakirina jina rêxistinkiri û ciwanên rêxistinkirî nû dikin.
Zarokên Egîd yên Kurdistanê Zeryan, Çiyager, Nûcan, Axîn, Xebatkar, Berfîn, Mehmet Tûnç, Asya Yûksel û gelek Şehîdên din jî ku ji agir gomlek xwekiribûn li Şirnexê, Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê, Hezexê, Geverê, Slopya û li gelek bajarên Kurdistanê gel bi pêşengên xwere anîn cem hev, bi dijminre sendrom dan jiyankirin, dawiya bi hembet û bûn avakerê çûk dayînê. Ji Fermandarên Rêveberîya Xweser ya Şirnexê Rêheval Zeryan jî bi sekna xwe, ruhê têkoşînê û bi Rêhevaltiya xwe gelê Şirnexê bi pêşengên wanre anîn cem hev û di dilê Berxwedêrande cihek mezin girt.
Zagrosên ku Zeryan bi salan lê mabû, têkoşîn û ruhê Rêhevaltiyê niha li Mamreşo, Heftanîn, Avaşîn, Zap, Metîna, li Bajarên Kurdistanê û li metrepolên Tirkiyê gihan ruhê xwe. Hezkirina jiyankirina Azad, xwe dayîn û şerkirina Rêhevalên berxwedidin bi Zeryanî çêbû û wisa berdewam dike.
Em weke Kordînasyona YPS/YPS-JIN soz didin ku emê tola sîstema îşkenceyê ya li ser Rêbertiya me, şehîdên me yên Berxwedanê, zilma li gelê me tê kirin û meşandin, rakin û soza xwe nû dikin. Em bang li hemû gelê Kurdistanê, jin û ciwanan dikin ku dijî êrîşên qirkirinê, tecawiz û qirkirina çandî yên faşîst û guruhên AKP-MHP’ê weke Zeryan, Zelal û Nûjîn Berxwebidin, şerbikin û xwedî li têkoşînê derkevin.
Kordînasyona YPS-JIN
28’ê Gulana 2021