• Home
  • NIVÎS
  • Yek ji Pêşengên Berxwedana Botanê: Şehrîban Altunişik

Yek ji Pêşengên Berxwedana Botanê: Şehrîban Altunişik

By on 25 September 2020 0 982 Views

Endamê KJA’yê Şehrîban Altunişika ku li Şirnexê hemberî hemû êrîşên bi çekên giran yê dewletê jî bi hêviyê berxwedan kir, bajar terk nekir û bû yek ji kesên ku dizane hêvê çekek ji tankan bi hêz tire. Şehrîban di peyama xweya dawî de wisa qîr kirbû: “Morala me ji hêza berxwedana xwe girtî em weke parçeyek ya vê berxwedanê mehele bi mehele, kolan bi kolan em bajarê xwe terk nakin. Emê bibin berdewamkerên mîrata rêheval Sêvê, Fatma, Pakîze û kesên din yê şopgerên vê riyê”.

Li Şirnexa ku dewlet 94 roje êrîşên qirkirinê dike kesên ku mal û meheleya xwe terk nekirî bû hedafa van êrîşan. Gelek cenazeyên ku nasnameyên wan ne hatîn diyar kirin birine li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û Habûr Adlî Tip Kurumu (ATK). Her wiha 30 cenazeyên ku yên sivîlan jî dinav de ji aliyê dewletê ve bi awayek dizî hat definkirin.

Yek ji kesê hatî qetil kirin jî endamê Kongreya Jinên Azad (KJA)’yê Şehrîban Altunişika ku ji despêka êrîşan bajar terk ne kirî bû. Şehrîbana ku bi baweriya xweya ku bi hêviyê hûnandî ji jinên bajar re bibû pêşeng di ropotaja ji bo 8’ê Adarê dayî wisa gotibû: “Ji Ekînan ber bi Sêvê em rêveberiya xweser di hûnînin û dimeşin azadiyê”.

8’ê Adarê bi hêviyê hûnan dibû

Şehrîbana ku mehele bi mehele berxwedan rêxistin dikir di peyama ku ji bo 8’ê Adarê dayî gotibû: “Em weke KJA emê we bikin ku jin dakevin hemû qadan. Li Şirnexê, gund û qezayan bi semîner, panel, tiyatro û filman emê 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Emê li hemû meheleyan wate û girîngiya 8’ê Adarê bêjin û emê li ser hişmendiya rêxistinkirinê bisekinin”.

‘Emê li hemû qadan bibin pêşeng’

Şehrîban diyar dike jinên ku li hemû qadan de pêşengtî dike di hedefa dewletêdene û dixwaze bi tirsê wan bigre, şehrîban di her hevoka xwede diyar dikir ku dijî vê bêdeng nabin, na tirsin û li paş namînîn. Şehrîban dibêje: “Di berxwedana Botanêde dixwestin pêşengtiya jinan bişkînîn û hedef digirtin. 42 sale têkoşîna jinê tê rêvebirin lê ev pêvajo wê di pêşengtiya jinê de pêşbikeve. Çi bikin bila bikin em na tirsin û kesên vê pêvajoyê bi rêve bibin û bibin serkeftinê jinin.  Ev pêvajo ji bo me pir girînge. Ji ber wê çendê em weke jin çi ji destê metê di pêşengtiya KJA’yê de û ketibû riya azadiyê”.

Di peyama xweya dawîde bi “Em terk nakin” meydan xewndibû

Şehrîban piştî êrîşên qirkirinê despêkirî li ser navê jinên ku li Şirnexê berxwedidin bi riya JINHA’yê bang kirbû. Şehrîbana ku di roja 42. ya berxwedanê de li Yenî Meheleyê bang li jinan kirbû ev tişt gotibû: “Rexmê hemû êrîşên sadîst yê çeteyên qesrê jî em berxwedana xwe bi biryarbûyinek mezin berdewam dikin. Moralê me bi hêza berxwedana xwe girtî mehele bi mehele, kolan bi kolan weke parçeyek ya berxwedanê em bajarê xwe terk nakin.

‘Em teslîmiyetê tûcarî qebûl nakin’

Tayip Erdoxan dixwaze şkestinekê mezin çêke û Kurda xileske û kesên bimînin bike dibin qontrola xwede. Ji ber vê jî em dibînin ku dixweze li Kurdistanê qirkirinekê çêke. Di bêje ku Sûr, Cizîr û Slopya xilaz bûye, ji vê hêz bigre û êrîşê navçe û bajarên din bike. Erdoxan despêkê ve dizane yê ser ketî em yê bin ketî ewin. Bi leşker, polîs û cerdevanan êrîş dike ku îradeya li vir bişkîne û teslîm bigre. Gotinên ‘Bi salane ev gel teslîmiyet ne pejirandiye û ji vê saetê jî tûcarî qebûl nake’ di guhê mede bilind dibe.

‘Ji tîlîliyên jinan di tirsin’

Çiqas dixwazin bila bi hewan û obûsan êrîşî me bikin. Divê bizanin jiyana li rêveberiya xweser nikarin xilas bikin. Berxwedana me wê bi ruh û îradeya jinê here serkeftinê. Hêvî û baweriya me her ku diçe mezin dibe. Hêviya me ji cesareta me û cesareta me jî ji dilê me mezintire.

Çeteyên qesrê çiqas bi xayînî êrîşê me bikin me jinan bitirsînin û laşê me tehşîr bikin jî em tûcarî ji doza xwe venagerin. Emê bibin berdewamkerê mîrata rêhevalên me  Sêvê, Fatma, Pakîze û yên din.

‘Roj roja berxwedanê ye’

Ji qadên rêveberiya xweser ya Şirnexa ku 42 roje ser navê mirovatiyê berxwedanek mezin tê kirin banga min ji jin, ciwan, gel û herkesê ku wijdana wan heye reye; “Divê ji van qetliyamên ku tê kirin û tên jiyan kirin re bêdeg ne mînin. Her bêdengî qetliyamek nûye. Eger em ne xwazin qetliyamek nû jiyan bikin divê em xwedî li berxwedanên rêveberiya xweser derkevin û her cihî bikin qada serhildanê. Di vê bersiva meya herî mezin ji kesên ku me dixwazin bi dorpêçan bifetisînin serhildanbe. Roj roja berxwedanê ye” û tevlî karwanên şehîdanbû.

  NIVÎS
Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *