
YPS-JIN, Şerek yê Tolhildanê li Hember Zêhniyeta Desthilatdar ya Zilam Dide Meşandin – Hêvî Herekol
8’ê Adar’ê Roja Jinên Cîhan’ê di heman demê de 5’ê Adar’ê roja ragihandina YPS-JIN li Rêber APO û li hemû jinên kû ev roj bi rihê berxwedana jinan heya roja me aniyî û berdewam kirî pîroz dikim. Asta kû îro jin di civakê de gihiştî ji koletiyê zêdetir ne çi tişte. Lê belê, dema di roja me ya îro de li têkoşîna jinê dinêrin, di rastiyê de gelek jinên lehengên kû pêşengî jibo nivîsîna destanek dîrokî kû ne hatî nivîsîn derketine holê. Bi taybetî îro tişta kû di berxwedana Efrîn’ê de pêkhatî, rihek yê têkoşîn û berxwedanê ye kû di şexsiyeta hevalên wek Awesta Xabûran de li hemû cîhanê deng dayî vedane. Bi taybetî di pêvajoya dawî de li hember nêzîkatiyên kû dij exlaqî yên kû dujmin li ser cenazeyê Rêheval Barîn pêkaniyî divê xwedî derketinek mezin were kirin û pêwîste kû yekem parêzvanên vê jin û jinên ciwan bin. Ji hêla jinan ve pêwîste ev tişt qet neyê pejirandin. Bêgoman, di nava vê civakê de ev tişt ji hêla çi malbatê ve jî nayê pejirandin. Lê belê di roja me de rihek fedaiyane hebe, ji xwe li hemberî vê hêzek ya tirsê hebe, li hemberî vê şerek têt kirin. Tişta kû giring, gelek jin û rêxistinên jinan hene kû li vê berxwadana jinan a li hember vê zêhniyetê xwedî derdikevin, piştgirî kirina wan tê zanîn. Divê heyîna têkoşînek kû hem piştgirî, hem beşdarbûn û hem jî lutkekirina vê, xwedî derketina li jinê were zanîn.
Em dikarin bêjin kû berxwedana Efrîn’ê çandek, kevneşopeke ya berxwedanê ye kû Rêbertî pêşxistî ye. 20 salin kû Rêbertî li Îmralî’yê bi tena serê xwe li hemberî vê sîstemê, sîstema Îmrali’yê berxwedanekê destnîşan dike û ev kevneşopiya berxwedanê ya di şexsê Arînan de yên kû berxwedana wî piştgirî dikin, li hemberî bêmafiyê jinên kû têkoşîn dikin, di heman demê de îro xwe bi cîhanê dayîn bihîstin destpêkirî û heya hevalên Awesta Xabûran berdewam kirî îro hemû cîhan sersorman kiriye.
Ji bilî wê YPS-JIN ji xwe riheke kû bi rihê Arîn Mîrkan’an pêşketî, îro di Bakûr’ê Kurdistan’ê de xuliqandina parastina cewherî armanc dike. Bi taybetî bîrdoziya rizgariya jinê, têkoşîna jinê hîn zêdetir li ser vî bingehî em dê kûrtir bikin. Ev, şerê tolhildanê ya li hemberî vê zêhniyetê ye. Îro bi milyonan keçên ciwan tên tecawûz kirin, bi taybetî hilbijartina vane ya ji keçên Kurdan mijarek cûda ye. Ji ber kû berê xwe dana heyîna Kurdan bi taybetî jî di kesayeta jinan de xwestina biçûk kirina civakê hîn zêdetire. Ji bo vê zanîna parastinê ya YPS-JIN’ê xwe dewlemend kirina bi ciwanan bi taybet jina ciwan û hemû jinan ya di vî warî de di gav avêtinê de zorî kêşabin jî; bêyî kû xemsar bin bi kombûna di bin banê YPS-JIN’ê de beşdarbûna li vê têkoşînê û bi hev re li hemberî vê zêhniyetê divê em têkoşîn bikin. Ji bo vê jî tişta kû em di serî de bikin jî xwe parastina cewherî ye.
Di parastina cewherî de rolê jinê bê goman pir li pêş e. Her çawa li Nisêbîn’ê Rêheval Binevş, Yildiz; di berxwedana Sûr’ê de Rêheval Berfîn, Evîn, Arjîn; li Şirnex’ê pêşengên berxwedanê Rêheval Zeryan di rastî de rihê wê berxwedanê ya jinên Kurd ya hem xwe hem jî civak parastin, bi wê parastin, bi wê vînê şer û têkoşîn dana wê ji xwe wêrekiya di jina Kurd de derxistiye holê. Bê goman dema em li cîhanê dinêrin yên kû herî zêde serdeçûn lê heyî jina Kurd e. Lê belê yên kû xwedî vîna herî mezin jî jina Kurd’e. Ger kû em ji dîrokê jî bigrin dest; rêheval Zîlan, Bêrîtan, Arîn, Awesta Xabûr ji xwe nimûneyên herî şînber in. Ev kevneşopek ya berxwedana dîrokî ye. Yên kû herî zêde vê kevneşopiyê bidin berdewam kirin endamên YPS-JIN’in. Li ser vî bingehî, wekî endamek ya YPS-JIN bi zanebûna parastina cewherî ya bi hêza me ya cewherî ya vê têkoşînê, li her qada kû em lê ji bo hemû gelan û bi taybet ji bo jinan têkoşîna xwe bi rihê tolhildanê hilavêtinek ya hêrsê li ser vê sîstemê em dê kûr bikin û bi berdewamî bi vî rihê berxwedanê em dê beşdar bûnê bingeh bigrin.
Hêvî Herekol
Endama YPS-JIN