
Zarokên Azad yên Kurdistan’ê
JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD AMED Û ŞEHÎT ZÎNDAN BOR
Nasnav: Amed (Baran) LÎCE
Nav û Paşnav: Mehmet YALÇIN
Dîroka Şehadetê: Tîrmeha 2016’an
Nasnav: Vedat (Cafer) BERXWEDAN
Nav û Paşnav: Zîndan BOR
Dîroka Şehadetê: Tîrmeha 2016’an
Tişta kû hatî jiyan kirin, ji meşîna ber bi axa pîroz ya kû ji me re di hat pêşkêş kirin zêdetir, serpêhatiya têkoşîna ji bo li ser axa pîroz e. Heval Amed, li buheşta kû kaniya jiyanê lê hatibû zuha kirin, têkoşîna bûyîna dilopek av û ber bi welat ve herikînê ye. Amed wekî navê xwe, ruh û dilê welat bû. Wekî Rêber APO dibêje; “şer rastiyekî yeman e”. Heval Amed ruhê yeman yê vê rastiyê bû. Zarokê azad yê Amed û Baxlar’ê bû.
Dem çiqasî serbixe ew qas jî bindixe. Lêbelê, Heval Amed meydan xwendina vî aliyê dem bû. Di rastiya vî şerê bê hempa de hertim karî bû dilsafiya zaroktiya xwe û kelecana xwe bi parêze. Heval Amed sabotajvanek pispor bû. Piştî şehadeta Heval Pale hatibû navenda Wan’ê. Piştî hatina wî dû rojan li gel çar hevalan dikeve nav şopa dujmin. Dema kû li taxa Xaçortê bûn dujmin banga “raweste” li wan dike û heval berdewam dikin. Maşîna kevin wan zêdetir nikare hilgire û diraweste.
Her çar jî ji maşînê peya dibin û ber bi aliyên cûda ve diçin. Heval jî gulle li dujmin dibarînin. Ev, dujmin hinekî radiwestîne. Her yek ji çar hevalan li aliyekî belav dibin, lêbelê dujmin Heval Amed di şopîne. Heval Amed digot; “min hemû bajar ji baxçe xwe avêtina baxçe xilas kir. Min temaşe kir kû li pêşiya min zeviyek vala heye, ez li paş de vegeriyam”. Piştre li cihekî xwe diveşêre û rizgar dibe. Paşde hatibû Wan’ê û ji hevalan qut bibû. Ji beriya wê min cihek nîşanî wî da bû. Em bi hevalekî re ji bo karekî çûbûn wir. Me di tarîtiyê de hev dît. Me fîtik lêda û dema bersiv nehat bi gûmana kû “sîxure” em bi ser de çûn. Ew jî hizirî bû kû em sîxurin. Dema em çûn, got; “ çiye? Ez Amed. Hûn çi dikin, bikin.” Destê wî de bombeya wî hebû. Dema me got “ Amed tû yî?”, wî jî got “ Heval hûn in”. Di wî demî de ronahiya hêvî û rêhevaltiya çavên Amed’de bi qasî Roj’ê biriqî bû. Di kuliya, ji ber kû ji tebeqeya sêyan xwe avêti bû. Rewşa wî ne pir baş bû. Min dê ew bi bira cihekî ji bo bêhna xwe vede, ji nişka ve dû heval hatin. Rewşa wan her dû hevalan jî ne baş bû. Dema min pirsî ka çi ji wan hatiye, gotin kû “ dema hevalan mayin girêdidan, mayin bi wan de teqiya”. Dema min got “ ma tiştek bi wan hatiye?”, wan jî got “ na tiştek bi me nehatiye, lê belê tenê dîwar bi ser me de hilweşiya”. Min got “Heval Amed, tû sabotajvanî. Gelo li gorî te tiştek bi wan hatiye?”, wî jî got “ ez sabotajvanim, ne bijîşkim lêbelê ger kû heya vê derê meşiyabin diyare kû tiştek yê wan tûneye.” Me ji bo bêhndanê heval birin cihek bi ewle. Wî demî jî hemû planên me vala derketi bûn. Lê belê ev qet ne bibû asteng û wê vê carê jî nebûya asteng jî. Ev serdegirtina destpêkê ya Heval Amed kû li vî bajarî bû. Heval Amed, jiyan bi kelecan û coş jiyan dikir. Yek ji hevalên bêzin (nadir) bû kû di zanî her tim azad jiyan bike. Her tim milîtanek kû bi moral û moral dida derdor bû.
Heval Zîndan bi eslê xwe ji Gever’ê bû. Lê belê li Wan’ê ji dayîk bibû û mezin bibû. Li kolanên Wan’ê şareza bû. 2012’ê tevlî têkoşînê dibe. Bi şêweyekî tê Wan’ê. Dûbare bi hevalan re di keve peywendiyê û li wir dimîne. Hevalek pir ciwan bû. Dema mirov ji dayîk dibe, şansê wî yê bijartekan tûne. Nikare gelê xwe û welatê xwe bi bijêre. Li kîjan civakê ji dayîk bibe, hemû berpirsyariyên wê civakê digire li ser milê xwe. Heval Zîndan jî bi her tiştê xwe ve yek ji zarokên azad yên Kurdistan’ê bû. Dema kû tû li welatek bindest ji dayîk bibî, ji derveyî azadkirina wê çi mercek yê te yê din nîne. Yekane riya vê jî şerek bi hêze. Heval Zîndan jî kesek wisan bû kû bawer dikir kû azadî tenê wê bi şerekî bê hempa gengaz be û hertiştê pêwîst heya dawî pêktanî. Heval Zîndan û Amed di serdegirtinek ya li Taxa Şûşanis (Erek) de şehîd ketin.
*****************************BEŞÊ ÇAREM*****************************